Städte

Bonn

Bajarê Bonn bajarek mezin e li navçeya Kolnê li başûrê herêma Bakurê Reyn û Westfaliya NRW ye. Bonn yek ji bîst bajarên herî mezin ê Elmanyayê ye. Bajarê li ser herdu peravên Rhein ji 1949 heta 1973 navenda demkî ya hikûmetê û ji 1973 heta 1990 paytexta dewletê bû. Navenda Neteweyên Yekbûyî ji sala 1951ê ve li Bonnê ye.

Navê bajarê ,,Bonnaʼʼ ê romî cara yekem di dîroka Tacitus de di sala 96an de hatiye behs kirin û navê bajêr niha jî ji vî navê romî hatiye wergirtin. Lê belê, pêşveçûna navê bajêr ne bi aweyekî domdar bû. Di Serdema Navîn de, bajar wekî Bern û bi latînî wekî Verona dihat binav kirin. Gotina yekem wekî oppidum Bonnense, anku wekî „Bajarê Bonn“, vedigere 1211an. 

Di sala 1989an de bajarê Bonnê 2000 saliya xwe pîroz kir.  Bi vî rengî damezrandina yekem kampa romî ya li ser Reynê di sala 12 BZ de hate bibîranîn. Lê mirov ji berê de li vê herêmê jiyan dikir.  Belgeyên vê yekê gora ya 14000-salî ya li Oberkasselê û her weha xendek û paldankên darîn ên ku li devera Venusberg hatine dîtin û temenê wan digihe dora 4080 BZ.

Hebûna Romayê li Bonnê berî zayînê hindik bû, ev yek piştî têkçûna Romayê li Şerê Varusê di sala 9 PZ  de hate guhertin. Di dehsalên paşerojê de, artêşa Romayê li herêma bakurê bajêr rûnişt. Dawiya Împaratoriya Romayê bi paşketina Bonn re di dawiya antîk û destpêka serdema navîn de bû.  Di êrîşên Vîkîngan de li Rheinlandê, Bonn di sala 882an de du caran hat şewitandin û di sala 883an de bajarê ku ji nû ve hatibû avakirin, ji hêla Normanan ve dîsa hat şewitandin û talan kirin. Di serdema Frankonian de bi taybetî di sedsalên 9an û 10an de, navendek giyanî pêş ket, Villa Basilika. Di sala 1243 de mafên tevahî bajêr hatine dayîn.

Encama Şerê Worringenê di sala 1288an de ji bo pêşdeçûna bajêr girîngiyek mezin bû. Mîrgeha Kolnê (Kurfürsten) Bonn, Brühl û Poppelsdorf kirin yek ji niştecihên xwe û di sedsalên 17an û 18an de ji hêla wan qesrên bi heybet hatine çêkirin. Ev serdem bi Şerê Hevbendiya Yekem di 8ê Cotmeha 1794an de bi dawî bû. Piştî vê yekê nêzîkê du deh salan ji aliyê hêzên Fransî yên Napoleon ve bajarê Bonnê  hat dagirkirin. Windakirina Mîrektiya Kolnê (Kurfürsten) û bacên dagirkeriyê yên li ser xwarin, cil û xanî xelk feqîr kir û serjimara Bonnê bi qasî 20% kêm kir. Piştî têkçûna artêşa fransî li Rûsyayê 1812 û bi taybetî piştî Şerê Leipzigê Fransiyan di Çile 1814an de Bonn terikandin.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, bajar pêşî ji hêla Kanadiyan, piştre ji hêla Ingilîzan û di dawiyê de ji hêla Frensî ve heya 1926 hate dagir kirin. Zêdetirî 1000 welatiyên Bonnê, ku piraniya wan bi eslê xwe cihû bûn, di serdema netewe-sosyalîst de hatin kuştin. Nêzîkî 8000 kes neçar man ku ji bajarên xwe derkevin, yan jî di zîndanan de dihatin girtin. Dema ku Şerê Cîhanê yê Duyemîn di 9ê Adara 1945an de bi êrişa leşkerên Amerîkî bo Bonnê bi dawî bû, asta wêrankirina avahiyan ji sedî 30 bû. Zêdetirî 4000 niştecihên Bonnê di êrîşên bombeyî de mirin. Di 28ê Gulana 1945an de, Bonn bû beşek ji herêma dagirkirina Brîtanî. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, bajar bi lez pêş ket û berfireh bû, nemaze piştî ku biryara di berjewendiya Bonn de wekî kursiya demkî ya hukûmeta nû ya Almanya Federal li şûna Frankfurt am Main di 29ê Mijdara 1949an de hate girtin.

Bajarê Bonnê çend caran hatiye mezinkirin, di sala 1904an de bajarên Poppelsdorf, Endenich, Kessenich û Dottendorf bi  Bonnê ve hatin girêdan. Di sala 1969an de nifûsa bajarê Bonnê zêdetir bû û navçeya Siegkreis bi Bonn re hate yek kirin ku navçeya Rhein-Sieg ava kirin. Bajarên serbixwe Bad Godesberg û Beuel û şaredariya Duisdorf bûne navçeyên cuda yên Bonnê. Navçeya Beuel a li rexê rastê yê Ren jî nehiyên Holzlar, Hoholz û Oberkassel ên ku heta wê demê girêdayî Siegkreis bûn, wergirtin. Bonn bi xwe hate berfireh kirin da ku bajarên Ippendorf, Röttgen, Ückesdorf, Lessenich/Meßdorf û Buschdorf ên navçeya berê ya Bonn, Lengsdorf û Duisdorf, digel hin deverên nû yên pêşkeftinê, navçeya Hardtberg ava kirin. Bad Godesberg ji  berê de çend cihan li tev wê bûn.  Di 1899an de, Plittersdorf û Rüngsdorf bi Bad Godesberg ve hatin girêdan, di 1904an de Friesdorf hate zêdekirin, ku tê vê wateyê ku Bad Godesberg bi rastî bi Bonn re mezin bû.  Di sala 1915an de, Bad Godesberg ji geliyê ber bi başûrrojavayê ve mezin bû, ji ber vê yekê Muffendorf tevli bû.  Di 1935an de, Lannesdorf û Mehlem bûn navçeyên Bad Godesberg.

Bi nifûs 336,465 (2022), Bonn yek ji deh bajarên herî mezin ên Bakurê Rhine-Westfalen e. Nifûsa bajarê Bonnê cara yekem di sala 1934an de ji 100.000 derbas bû û ji bajarekî navîn veguherî bajarekî mezin. Hejmara niştecihan di sala 1969an de du qat zêde bû. Di navbera 1992 û 1995an de kêmbûnek sivik di nifûsê de hebû. Di 2022 de, 29,6% ji nifûsa Bonnê Katolîk, 16,8% Protestan û 11,5% Îslamî bûn.  3,4% ji hin olên din û 38,7% jî ne ti ji civatek olî bûn. Zaravayê Bonnê zaravaya Rîpuarî Bönnsch e, zaravayek Frankoniya Navîn e ku ji zaravayê Kölschê  ji nêz ve girêdayî ye.